Motion Pictures & Film - İstanbul, İstanbul, Turkey
Kovara Temaşe 07-Tîrmeh-2020da li ser malpera xwe ya fermî tê weşandin. Piştî vê pêngavê, êdî her demsal ango 3 mehan carekê dê bê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin. Xwedî û berpirs Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Ji bilî kar û barên xwe wekî hezkiriyên sînemayê dest avêtine vî karê pîroz. Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan. Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe. Sînema heta ku giha rojama di gelek dewr û qonaxen de derbas bû, ji bo wê jî gelek alî û hêlên sînemayê di kovarê de cîh girtine. Fîlmên bêdeng, fîlmên kult, rêzefîlm û anîme tê de ne.